Serekşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, diyar kir ku zimanê serwerî û yekîtiyê li “Tirkiyeyê” Tirkî ye.
Serekşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê guhertinên çaverêkirî yên destûra Tirkiyeyê ji Ajansa Anadoluyê re gotarek nivîsand.
Mehmet Uçum eşkere kir ku di serdema AK Partiyê de qedexeyên li er Kurdî hatine rakirin û di warê perwerdeya bi zimanên zikmakî jî dikare hin guhertin bên kirin.
Nivîsa Mehmet Uçum wisa ye:
Tirk, Kurd, Ereb, Zaza, Laz, Çerkez, Gurcî, bi kurtasî hemû pêkhateyên Tirkiyeyê, hêmanên bingehîn û jihevneqetiyayî yên gelê Tirkiyeyê ne.
Wekî realîteyeke objektîv, Tirkî jî parçeyek ji gelê Tirkiyeyê ye û ji ber vê yekê ji bo her kesê ku hêmaneke bingehîn a miletê Tirk e, zimanê yekane yê hevgirtinê ye, ango zimanê yekîtiyê ye.
Li hemberî yekîtîbûna zimanê Tirkiyeyê ya bi Tirkî, ti îtiraz nîne û bingeheke objektîv a îtirazeke wiha jî tune ye.
Ji ber ku serwerî aîdî miletê Tirk e yê ku ji gelê Tirkiyeyê pêk tê, zimanê milet jî Tirkî ye û ew di heman demê de zimanê yekane yê serwer e.
Wekî encameke bingehîn û rêgezeke neguher û nayê guhertin a serwerî û yekanebûna zimanê Tirkî, zimanê dewletê ango zimanê fermî Tirkî ye.
Di perwerdehiyê de zimanê yekane yê ferz jî Tirkî ye.
Parastina Tirkî ku xerca yekîtiya me ya neteweyî ye, wekî zimanê dewletê ango zimanê yekane yê fermî, pêdiviya paşeroja me ye. Ti kes jî vê yekê nîqaş nake. Tirkî destlênedayî ye.
Bi kurtasî, zimanê dewletê bi serweriya neteweyî ve girêdayî ye, yek ji hêmanên bingehîn ên miletbûnê ye û zimanê fermî û zimanê yekane yê ferz ê di perwerdehiyê de diyar dike.
Azadiya Kurdî û zimanên zindî
Helbet statuya Tirkî ya wekî zimanê dewletê, ji aliyê cewherî ve ji statuya zimanên din ên ku gel di jiyana rojane de bi kar tîne cuda ye.
Nêzîkatiyên ku Tirkî û zimanên din dixin heman statuyê û didin pêşbirkê, ne realîst û ne rast in.
Li gel vê yekê, hemû zimanên zikmakî, fêrbûn û bikaranîna van zimanên hanê bi azadiya mirovan ve girêdayî ye.
Erkê dewletê ew e ku vê qada azadiyê nas bike û ji bo daxwazên bikaranîna vê azadiyê derfetên pêwîst peyda bike.
Mixabin, di sîstema wesayetê ya ku demeke dirêj li welatê me serdest bû de, wekî encama polîtîkayên înkar û redkirinê, mirov ne tenê ji derfeta hînkirina zimanê xwe yê zikmakî, belkî ji bikaranîna zimanê xwe û jiyîna azadiya zimanê xwe jî bêpar hatin hiştin.
Qadên azadiyê yên wekî ferhengên Kurdî û kovarên Kurdî ku beriya 12ê Îlonê bi têkoşîna demokratîk hatibûn bidestxistin, ji ber ku neketin bin misogeriya hiqûqî, nekarîn mayînde bibin.
Qedexe, polîtîkayên înkar û redkirinê di serdema faşîzma 12ê Îlonê de gihiştin lûtkeyê.
Sal derbas bûn û di dawîyê de "Şoreşa Erdogan" pêk hat
Ji bo fêrbûna ziman û lehçeyên cuda di sala 2003yan de û ji bo ku ziman û lehçeyên cuda di saziyên perwerdehiya taybet de bibin zimanê perwerdehiyê, di sala 2014an de bi Yasaya Hejmar 2923yan serrastkirin hatin kirin.
Pêkanînên li ser bingeha biryarên îdarî yên girêdayî vê yasayê, ev zêdetirî deh sal in ku didomin.
Ji bo ku ziman û lehçeyên zindî yên li welatê me ji nifşên nû re bên veguhestin û di vî warî de pêdiviyên civakê bên bersivandin, di çarçoveya dersa "Ziman û Lehçeyên Zindî" de dersên Adîgeceyî (li gorî alfabeya Kîrîlî), Adîgeceyî (li gorî alfabeya Latînî), Abazayî, Kurmancî, Kirmanckî, Lazî, Gurcî, Arnavûtî û Boşnakî tên dayîn.
Bernameya Dersa Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) ji sala akademîk a 2012-2013yan ve dest bi pêkanînê kir.
Materyalên hînkirinê yên li gorî bernameyê jî tên amadekirin û bê pere li xwendekaran tên belavkirin.
Hinek qadên azadiyê yên Kurdî
- Dersa zimanê Kurdî li dibistanên dewletê û yên taybet wekî dersa bijarte dikare were wergirtin.
- Li zanîngehan beşên ziman û edebiyata/çanda Kurdî (lîsans) û ji bo xebatên akademîk ên pêşketîtir (lîsansa bilind) enstîtû hene.
- Vekirina kursên zimanê Kurdî mimkun e. Derfeta vekirina dibistaneke taybet ku zimanê perwerdehiyê tê de Kurdî be heye.
- Derfetên bikaranîna tîpên wekî Q, X, W yên ku di Kurdî de bi berfirehî tên bikaranîn û li derveyî alfabeya Tirkî ne, hatine peydakirin.
- Ji aliyê TDKyê ve ferhengên Tirkî-Kurdî û Kurdî-Tirkî hatine weşandin.
- Propagandaya siyasî bi zimanên zikmakî serbest e.
- Di saziyên dewletê de xizmeta wergêriya Kurdî heye.
- Navendên bangewaziyê yên bi Kurdî hatine vekirin.
- Hemû sînordarkirinên li ser weşanên Kurdî hatine rakirin.
- Kanaleke dewletê ya ku 24 saetan weşana Kurdî dike jî berhema vê serdemê ye.
- Astengiyên li pêşiya lîstina lîstikên şanoyê yên bi Kurdî hatin rakirin.
- Berhemên sereke yên edebiyata Kurdî ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ve hatine weşandin.
- Ji aliyê Şanoyên Dewletê ve lîstikên şanoyê yên bi Kurdî tên pêşandan.
Her wiha, ji bo Kurdî gelek derfet û azadiyên din hene. Yanî li Tirkiyeyê derbarê hînkirin û bikaranîna ziman û lehçeyên din ên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn, di nava wan de Kurdî jî, ti pirsgirêkeke hiqûqî nîne.
Temînata destûrî û encam
Dema ku destûreke nû bikeve meriyetê, ji bo azadiyên ku hemû ziman û lehçeyên kevneşopî û zindî yên li Tirkiyeyê bi dest xistine, bingeheke destûrî dikare were peydakirin.
Wekî mînak, rewşa hiqûqî ya heyî dikare bi bendeke wekî, "Mijarên girêdayî hînkirina ziman û lehçeyên din ên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn, bi yaseyê tên birêkûpêkkirin" bikeve bin temînata destûrî.
Di encamê de, wekî encameke bingehîn û rêgezeke neguher û nayê guhertin a serwerî û yekanebûna zimanê Tirkî, zimanê dewletê, ango zimanê fermî Tirkî ye.
Di perwerdehiyê de zimanê yekane yê ferz jî Tirkî ye.
Li derveyî vê, azadiya fêrbûn û bikaranîna hemû ziman û lehçeyên zikmakî yên zindî û kevneşopî yên ku li ser vê axê tên bikaranîn, di nav de Kurdî jî, bi awayekî hiqûqî hatiye birêkûpêkkirin.
Derfet çêbûye ku ev azadî di asta destûrî de jî bikeve bin misogeriya dewletê.”