Mehmet Ağar ji serokatiya Yalıkavak Marinayê îstîfa kir

.

Rêvebirê giştî yê asayîşa Tirkiyê yê berê, wezîrê dadê yê kevin û wezîrê karên hundir yê berê Mehmet Ağar ji serokatiya Yalıkavak Marinayê ya li navçeya Bodrumê îstîfa kir. Di raya giştî de hatibû ragihandin ku Mehmet Ağar bi zorê dest daniye ser Yalıkavak Marinayê û bi mîlyaran pere jê qezenc dike. Mijara Yalıkavak Marinayê û Mehmet Ağar ji aliyê Sedat Peker de hatibû xistin û ketibû ser rojeva Tirkiyê.

Yalıkavak Marina îro ragihand ku Mehmet Ağarê serokê Yalıkavak Marinayê daxwaza îstîfa xwe di 17 ê gulanê de daye revebiriya Marinayê û bi nivîskî weha got:

“Bi sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên Mehmet Ağar em îstîfa Mehmet Ağar ya ji serokatiya Yalıkavak Marinayê bo raya giştî radigihînin. Bi sedema xizmeta heya niha daye şîrketa me, em sipasiya wî dikin.”

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû