Civîna di navbera nûnerên Îran û Amerîkayê de bû sedema bertekan.
Medyaya nêzîkî Artêşa Pasdarana Îranê wê hevdîtinê wekî "pêkenokî" bi nav dike û daxwaz dike ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî lêborînê bixwaze.
Di destpêkê de hat ragihandin ku civîna di navbera Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff de rasterast bûye.
Lê belê piştre medyaya Îranê û rayedarên Amerîkayê ragihand ku civîn nerasterast û bi navbeynkariya Qeterê çêbûye.
"Hinceteke zarokane ye"
Ajansa Tasnimê ya nêzîkî Artêşa Pasdaran di raporekê de tekez kir ku civîn di navbera Ebas Eraqçî û Steve Witkoff de çêbûye.
Ajansê hinceta civînê jî wekî "zarokane û pêkenokî" bi nav kir.
Ajansê amaje bi daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî kir ku gotibû:
"Steve Witkoff gelekî pêdagirî li ser lidarxistina civînê kir, loma jî Eraqçî qebûl kir."
Tasnimê li ser vê daxuyaniyê got, "Ev hincet bêrêzî ye li hemberî hestên xelkê û ji civînê gelekî xirabtir e."
Ajansê her wiha hinceta ku Eraqçî rasterast şertên Îranê dane nûnerê Amerîkayê qebûl nake û dibêje:
"Beriya du hefteyan şert bi rêya navbeynkaran gihîştibûn Amerîkayê.
Loma jî tekezkirina li ser van şertan nikare ji bo pêkanîna vê hevdîtinê bibe hinceteke rast."
"Li dijî berjewendiyên niştimanî ye"
Ajansa Tasnimê da zanîn ku navendên biryardanê yên li Îranê tekezî li ser wê yekê kiriye ku "ev hevdîtin li dijî berjewendiyên niştimanî ye û nabe bê kirin."
Ajansê ji Eraqçî daxwaza ronîkirinê dike ka wî bi kîjan destûrê ev hevdîtin pêk aniye.
Tasnîmê li dawiyê wiha dinivîse:
"Dema Amerîkayê hemû rê girtine ber xwe da ku Îran di bin zextê de xwe radest bike, hevdîtineke bi vî rengî diyariyeke mezin e ku pêşkêşî Amerîkayê tê kirin.
Divê bi kêmanî li ser vê mijarê Ebas Eraqçî lêborînê bixwaze."