Medya Çînî: Hemî Kesên li Wuhanê Dê Testên Vîrusa Korona Bikin

Medya Çînî ragihand ku temamê kesên li Wuhan ya Hubei dijîn dê testên vîrusa korona bikin.

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeyên medya Çînî, li 13 bajarokên Wuhanê 11,000,000 kes dijîn û testên wan dê heta 10 rojan hazir bin.

Di nûçeyan de ser dema temambûna testan ti agahî nehat dayîn.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhanê hatibû tespît kirin û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Wuhan bi qasî du mehan ketibû karantînayê û tedbîrên li wir ji 11’ê Adarê pê ve qonax bi qonax sist bûbûn.

Di rojên dawî de li Wuhanê 6 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatin tespît kirin û vê yekê bo karbidestên saxlemîyê fikar çêkirin.

Li Wuhanê heta niha 3,869 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist