Medya Amerîkî: Piştgirîya bo Trump Zêde Dibe

Kompanîya lêkolînê Gallup ragihand ku piştgirîya bo Serokê Amerîka Donald Trump heta 49 ji sedê rabûye.

Navenda Nûçeyan - Ew rêje ji sala 2017’an vir ve, ku Trump wê çaxê bo seroktîyê hatibû hilbijartin, bo wî encama pêşî ya pozîtîf e.

Li gor nûçeya Guardinê, rêje nîşan didin ku Trump di hilbijartinên meha Mijdarê de dikare careke din bo seroktîyê were hilbijartin.

Malpera FiceThirtyEight jî da zanîn piştgirîya bo Trump piştî peyvajoya împîçkirinê zêde bûye.

Şirovekarê CNNê Harry Enten dîyar dike ku di van deman de berbijarên pitşgirîya wan di bin 45 ji sedê de ne di hilbijartinê de têk diçin û yên piştgirîya wan di navbera 46 û 54 ji sedê de ne jî nêzî seroktîyê ne.

Ji alîyê din ve, kandîdê Demokrat Berie Sanders di pêşhilbijartina li Nevada de bi ferqeke mezin bi ser ket û nîşan da ku ew dikare li hember Trump bibe berbijarê Demokratan.

Anketa kanala CBS Newsê dîyar dike ku 65 ji sedê Amerîkîyan dibêjin ku ger Trump bi berbijarê Demokratan re deqedeq be jî ewê bi ser keve.

Dengê Amerîka

 

Amerîka Haberleri

Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Trump piştî hewla kuştinê: Ew êriş li Destûra Amerîkayê bû
Trump: Êrişên li Îranê hatin rawestandin û agirbest hat dirêjkirin