McGurk Newroz pîroz kir: Em hemû deyndarê gelê kurd in

McGurk teqez dike: “Hêvî dikim ku îsal bibe sala aştî û seqamgîriyê ji bo kurdan li herdu welatan, em hemû deyndarên we ne.”

Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê di Hevpemanîya Navdewletiy ya li dijî DAIŞê, Brett McGurk bi boneya cejna Newrozê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Brett McGurk Twitteke Rûdawa îngilzî retweet kiriye û li ser vê twittê şîroveya xwe nivîsandiye. McGurk di peyama xwe da dibêje: “Newroz li xelkê Kurdistanê pîroz be, herweha li wan jî ku li bakurê Sûriyê vê rojê bibîr tînin.”

McGurk teqez dike: “Hêvî dikim ku îsal bibe sala aştî û seqamgîriyê ji bo kurdan li herdu welatan, em hemû deyindarên we ne.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist