Mazlûm Kobanî bersiva Lavrov da

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand, ew raportên ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê behsa wan dike ne rast in.

Navenda Nûçeyan- Mazlûm Kobanî ragihand ku derbarê çaenivîsa DAIŞîyên girtî, rojane hemahengîya wan li gel hêzên navdewletî heye ku Amerîka û Rûsya jî di nav de ne.

Fermandarê HSDê dibêje, tevî metirsîya êrişên Tirkîyê yên li ser wan navendên DAIŞîyan û herwiha derfetên kêm, ew di parastina zîndanên DAIŞîyan de serkevtî bûne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê DAIŞîyên girtî yên destê HSDê de gotibû, “Hinek zanyarîyên dilgiranker gihiştine me. Em niha lêkolînê li ser wan zanyarîyan dikin ku HSD li hemberî bireke sînordar a pere tawanbaran azad dike ku li navçeyên cuda yên Sûrîyê belav dibin.”

Lavrov herwiha gotibû, “Ev zanyarî metirsîdar in. Me hemûyan bi demeke dûr û dirêj derbarê çekdarên girtî yên DAIŞê hişyarî dan hevbeşên xwe yên Ameîrkî ku bandora wan li ser HSD heye. Mixabin ev metirsî hîn berdewam e.”

Mazlûm Kobanî roja yekşema derbasbûyî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandibû ku hêzên wan zêdetirî 12 hezar çekdarên DAIŞê girtî ne ku niha di gelek kamp hene li Rojavayê Kurdistanê çekdar û malbatên çekdarên DAIŞê tê de ne ku bîyanî û Sûrî ne

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye