Mazlûm Ebdî pîrozbahîyê li ENKSê dike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî radigihîne, biryara vekirina nivîsgehên ENKSê, gaveke girîng e ji bo avakirina bawerîyê.

Navenda Nûçeyan- Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24 re ragihand, ENKSê biryar daye, di demeke nêzîk de nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.

Li ser vê biryarê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hejmara xwe ya “Twitter” derbarê biryara ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir û pîrozbahî li ENKSê kir.

Mezlûm Ebdî nivîsî: “Biryara biraderên ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe, gaveke girîng e di çarçoveya avakirina bawerîyê de. Em vê gavê pîroz dikin û tekezîyê li pabendbûna me ya bi nêzîkirina nerînan û yekrêzîya Kurdî dikin. Ev gav bi berpirsyatîyên hemû alîyên re digunce û bi awayekî aktîv bandorê ji bo dîtina çareserîyeke dadperwerane ji doza Kurdî re li Sûrîyê dike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi armanca nêzîkirina alîyên sîyasî û avakirina yekrêzîya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpêşxerîyek ragihandibû.

Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser roja 17ê Berçileya 2019an ragihandibû, li ser destpêşxerîya HSDê û ji bo yekrêzîya helwesta sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê sîyasî bike.

 K24

 

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be