Martin Mena: Me pêşniyar kiriye şandeke Kongirêsê serdana Herêma Kurdistanê bike

.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayî Kildanî amajeyê dide, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek giringiyê dide mijara pêkhatan”. Herwesa dibêje, “Me pêşniyar kiriye ku şandeke Kongirêsê serdana Herêma Kurdistanê bike”.

Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayî Kildanî Martin Mena îro (Duşem, 04.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek giringiyê dide mijara pêkhatan”. Di çarçoveya hevdîtina xwe de jî, bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li Amerîkayê gelek mijar li ser biryara Dadgeha Federalî behs kirin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayî Kildanî amaje da ku, di civîna xwe de bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li Amerîkayê behsa nasnameya xwe wekî Kild û Aşûr kiriye.

Martin Mena ron jî kir ku, ew wekî Kild û Aşûrên Amerîkayê û xasma wîlayeta Mişîginê piştevaniya Serokwezîrî û pêkvejiyana Kurdistanê dikin.

Navbirî herwesa behs kir ku, ew kar dikin û pêşniyar kiriye ji bo ku şandeke Kongirêsê serdana Herêma Kurdistanê bike û piştevaniya wan tekez bike.

Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayî Kildanî bal kêşa ser wê yekê jî ku, di çend rojên bê de li Odeya Bazirganî ya Amerîkayî Kildanî dê danûstandinan li ser şandina wê şandê bikin, ji bo ku şandeke weberhêneran jî ji bo çawaniya weberhênanê li Herêma Kurdistanê bişînin.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn