Mark Esper: Trump dikare biryara êrîşa serbazî bo ser Îranê bide

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Mark Esper, ragihand desthilata Serokê Amerîkayê Donald Trump heye biryara êrîşa serbazî bo ser Îranê bide.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Bergirîya Amerîkayê Mark Esper, di kongreyek rojnamevanî de ragehand, Serokê Amerîka Donald Trump desthilata wê yekê heye, biryara êrîşkirina ser Îranê û hevpeymanên wê li navçeyê bide.

Bi gotina Esper, alî li navxweyî ya Amerîka liser kuştina Qasim Suleymanî hevnerîn bûn.

Herwiha Esper da zanîn, Donald Trump ligor yasa ya desthilata bikaranîn a hêzên serbazî, ku li Kongressa  Amerîka di sala 2001an de û piştî êrîşên 11 Îlonê bo ser Towerên wî welatî hat encamdan, rê pê hatîye dayîn, êrîşa serbazî dijî Îranê encam bide.

 

 

Amerîka Haberleri

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan
CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên