Mark Esper gihîşt Bexdayê

Wezîrê Berevanîya Amerîka Mark Esper gihîşt Bexdayê.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîya Amerîka Mark Esper gihîşt Bexdayê.

Îro danê sibê Wezîrê Berevanîya Amerîka Mark Esper gihîşt Bexdayê.

Tê gotin ku Mark Esper dê bi berpirsên Iraqî re li ser rewşa nû, ya ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê û veguhestina wan bo Iraqê gotûbêj bike.

Piştî destpêkirina êrişên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Amerîka hêzên xwe yên li wir vekişand û derbasî Iraqê kir.

Mark Esper berîya niha gotibû, hêzên wan yên ji Sûrîyê vedikişin dê li herêma Enbar ya Iraqê bên bicîhkirin.

Ji bo parastina navçeyên Kurd, em şerê Tirkîye nakin

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê dibêje, ew rûbirûyê Tirkîyê nabin, di çarçoveya parastina Kurdan de. Amaje dike, di dem a piştrastbûna tawanên cengî li rojavayê Kurdistanê, Tirkîye berpirs dibe ji wê tawanê.

Mark Esper di hevdîtinek de ligel kenala CNN got, ew rûbirûyi hevpeymanek xwe li NATOyê nabin, ku Tirkîye ye, da ku navçeyên Kurdî biparêz in. Amaje kir, ku hêzên hatine vekişandin dê li Iraqê bên cîgîr kirin û di şerê dijî DAIŞê de berdewam dibin. Eşkere kir, ku 100 çekdarên DAIŞ, di zindanên jêr destê HSD de reviyan e.

Esper derbarê encamdan a tawanên cengî ji alî grûbên ser bi Tirkîyê ve got, pêwîst e lêkolînek hûr li wan raportan were kirin û di heman demê de, Tirkîyê bi berpirs tê dîtin, eger encam derketin, ku tawanên weha hatin e encamdan.

 

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'