Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî vegeriya girtîgehê

.

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ya ku piştî koça dawî ya bavê xwe bi demkî hatibû berdan, roja Duşemê 7ê Tebaxa 2022an, du hefte piştî mirina bavê xwe vegeriya Gîrtîgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê.

Bavê mamosteya Kurd Zara Mihemedî ya ku ji ber fêrkirina zimanê Kurdî ji aliyê Îranê ve 5 sal cezayê zindanê lê hatibû birîn, di 25ê Tîrmeha 2022an de canê xwe ji dest dabû. Bavê Zara Mihemedî, Îbrahîm Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Zara Mihemedî roja Yekşema 26ê Tîrmehê piştî ku bavê wê rakirin nexweşxaneyê, 10 roj destûr dane wê ku serdana bavê xwe bike, piştî ku bavê wê di beşa çavderiya hûr de hate razandin, ji ber xirabûna tenduristiya wî û bi ser de wefata wî, destûra Zara Mihemedî sê caran hate dirêj kirin.

Zara Mihemedî ya ku di sala 1990an de ji dayik bûye, di heman salê de diya xwe ji dest daye û ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, ji aliyê Dadgeha Sinê ve bi 5 salan hat cezakirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir