Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ji bo cîbicîkirina ceza hat bangkirin

.

 Mamosteya zimanê Kurdî ya li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî, ku pênc sal cezayê zindanîkirinê dayinê, ji bo cîbicîkirina ceza hat bangkirin û ceza bi ser wê de tê cîbicîkirin.

Sala borî Zara Mihemedî ku endama Encûmena Nûjîn û mamosteya zimanê Kurdî ye li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bû, ji ber çalakiyên li Rêxistina Nûjîn, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve cezayê 10 sal zindanîkirinê jê re hatibû birîn, piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve cezayê wê bo pênc sal hatibû kêmkirin.

Encûmena Nûjîn di ragihandinekê de ev ceza weke nedadperwerî û bê belge bi nav kir.

Encûmena Nûjîn rêxistineke ferhengî û edebî ye, li bajarê Sineyê li ser wêje û zimanê Kurdî dixebite.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin