Mam Celal bi merasimeka dewletî hat pêşewazîkirin û oxirkirin!

Li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî merasîmek taybet hat sazkirin.

Cenazê Mam Celal Talabanî li Almanyayê bi firokekê taybet bi ala Kurdistanê hatibû pêçandin anîn Silîmaniyê. Li Firokxaneya Silêmaniyê bi 21 top teqandinê hat pêşewazîkirin; di merasîmê de sirûda Ey Raqîb û sirûda nîştîmanî ya Iraqê hat xwendin.

Paşî Serokomarê Iraqê û hevrêyê Mam Celal, Fûad Mehsûm yekemîn qewzagulan danî pêş tabûta Mam Celal. Duyemîn qewze gul jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate danîn.

Di merasîmê de Balyozê NY li Iraqê Jan Kubîs, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Siliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Serokê Meclîsa Iraqê, nûnerê serokwezîrê Iraqê, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade bûn û tacegul danîn. Herweha Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay û Berdevkê HDPê Osman Baydemir jî gevdek gul danin ber meytê Mam Celal. Nûnerê Tirkiyê bêşdarî merasimê nebû.

Piştî rêwresmê termê Mam Celal li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê were şûştin li Dabaşana Silêmaniyê were veşartin. Sibê jî li gelek bajarên Kurdistanê ji bo Mam Celal şîn bihên danîn.

Li Bakûrê welat jî PAK li teşkîlatên xwe şîn danîye û herweha partîyên PAK, PSK, PDK-Bakur , ÖSP û Hereketa Azadî di 08.10.2017an li Amedê , di saet:11.00-17.00 an de,li Mala Şînê ya Batikentê (Mala Şînê ya Dîcleyê ya berê) tazîyeya Mam Celal datînin.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da