Malpereke Emerîkayî daxwaz lêburînê li serokê hikumeta Herêma Kurdistanê dike

Piştî ku malpereke Emerîkayî, navê Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi mijara kirrîna dû vîlayan li Emerîkayê girêdabû, wê malperê bi fermî daxwaz lêburînê ji serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir û ew mijar di malperê de rakir û nehêla.

Navenda Nûçeyan- Kenala Elhurre ya Emerîkayî ku ji alîyê kongirêsa Emerîkayê ve dihêt piştîvanîkirin di daxuyanîyekê de, nivîsîye: Em daxwaz lêburînê dikîn derbarê wê şaşîyê û wê rapertê jî êdî di malpera xwe de nahêlîn.

Malperê amaje bi wê yekê jî kirîye, di bineret de bi şaşî navê serok wezîrên Herêma Kurdistanê bi mijarê ve hatîye girêdan.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist