Malpera Meddle East: Amerîka ji sunnîyên Iraqê re herêmeka xweser ava dike!

Malpereka Brîtanî dibêje, Amerîka dixwaze bi destê serokê sunnî yê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî, sunnîyan ji Iraqê veqetîne!

Navenda Nûçeyan- Malpera Brîtanî ya “Middle East” ragihandîye, Amerîka dixwaze sunnîyên Iraqê cihê bike û ji wan re herêmeka sunnî ava bike.

Di raporta wê malperê de hatîye gotin, Amerîka dixwaze vê yekê bi rêka serokê sunnî yê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî bike.

Wê malpera Brîtanî daye zanîn, piştî ku şîeyên Iraqê daxwaza derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê kirin, Amerîka hest bi wê yekê kir ku hejmûna wî welatî li Iraqê lawaz bûye loma dest bi xebat û hewlên avakirina herêmeka sunnî kirîye.

Di şiroveya malpera Middle East de hatîye gotin, Amerîka di wê bawerîyê de ye ku bi avakirina herêma sunnî li Iraqê, pêşîya zêdegavîyên Îranê jî tê girtin û êdî Îran nikare bi hêsanî ji Iraqê derbasî Sûrîyê bibe, çimkî ew herêm dê li rojavayê Iraqê û li ser sînorê Iraq û Sûrîyê were avakirin.

 

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist