Malikî: Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê dikare bo Cotmehê bê paşxistin

.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Nurî Malikî, îro 28ê Nîsanê li Bexdayê ragihand, “Mimkin e Serokatiya Herêma Kurdistanê roja hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê ji bo Cotmeha îsal paş bixe. Ev pirseke teknîkî ye û girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û Komisyon jî dê karên xwe bike”.

Malikî li ser mijara şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê jî got, “Wezareta Darayî ya Iraqê li ser şandina mûçeyên mehane yên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Di dema borî de berdewam mûçe ji bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin, em bizavê dikin ku çareseriyeke bingehîn ji bo vê pirsê peyda bikin”.

Nûrî Malikî ji bo êrîşa ser Qada Gazê ya Kor Morê de jî diyar kir, “Em qebûl nakin û rê jî nadin ku bi ti awayî êrîşî devereke Herêma Kurdistanê bê kirin”.

Malikî herwiha li ser mijarên proseya hilbijartinên Perlamena Kurdistanê, biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî û mûçeyên fermanberan got, “Ez geşbîn im ku ew pirsgirêkên di dema borî de me nikiribû çareser bikin bi serdana vê dawiyê ya Şanda Herêma Kurdistanê bên çarekirin”.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin