Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin

.

Dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ên 32 rojin çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” dewam dikin, ji her kesî xwestin ku ji bo têkoşîna wan deng derbixînin.

Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 32’yemîn de dewam kir.

Dayik û kurê xwe, mîna her serê sibehê, îro jî di saetên serê sibê de berê xwe dan edliyê û lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. 

Ferît Şenyaşar, li ber edliyê axaftinek kurt kir û wiha got: “Em bi biryarin. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me ya edaletê. Em her roj di navbera saetên 08.00 û 17.00’an de li ber Edliyê Rihayê di nobetê de ne. Em li ber avahiya Edliya Rihayê, li benda kemû kesên ku dixwazin serdana piştevaniya me bikine. Em dixwazin hemû kes ji bo têkoşîna me dengê xwe derxînin. Me baweriya xwe ya bi edaletê winda nekiriye. Helbet wê rojekê edalet bê cihanîn.”

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin