Malbata Ozçalimli gilî kir

1ê Tebaxa 2020an Osman Ozçalimliyê ji Bakurê Kurdistanê dema li Îzmîrê leşkerî dikir mirî hatibû dîtin. Malbata Ozçalimli di derheqê mirina lawên xwe de li Edlîya Qersê û derbarê berpirsîyaran de, gilî kirin.

Dayik û bavê Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û bi awayekê jîyana xwe ji dest dayî hat dîtin, derbarê berpirsîyaran de gilî kirin.  

 

Bavê û dayika Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê eskertî dikir û piştî ragihand ku gef lê tên xwarin bi awayekê guman jîyana xwe ji dest dayî hat dîtin Nacîye û Ahmet Ozçalimli bi parêzerên xwe Fettah Çapkurt û Kahrman Ozçagin re çûn Edlîya Qersê û derbarê berpirsîyaran de, gilî kirin. 

  

Parêzer Kahraman Ozçagin, di derketina edlîyê de daxuyanî da û wiha  got: “Eskerê 5 rojan, ligel ku li bavê xwe digere û bavê wî rayedaran agahdar dike jî, bi tu awayî bergirî nayin girtin û hîna jî derbarê mirina wî de tu daxuyanîyek fermî neyatîye dayîn. Ev jî bûye sedama guman û fikarên mezin. Hîna jî hin dibêjin ketîye û hin dibêjin krîza dil derbas kirîye. Lê kes jî derbarê saet û awayê mirina wî de daxuyanîyekê fermî nade. Em ê dosyeya lêpirsînê lêkolîn bikin. Bawerîya me bi edaletê tê. Ji bo ku rastî derbikeve holê çi ji destê me bê emê bikin.”

1ê Tebaxa 2020an Osman Ozçalimli piştî li leşkerîyê mirî hate ditîn, agahîyên çewt û nakok gihiştin malbata wî. Ev agahîyên çewt û nakok kuştina Ozçalimli xurttir dike.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist