Malbata Emîn Îsa ji HSDê dixwaze hûrgiliyên kuştina Emîn aşkere bike

.

 Malbata Emîn Îsa Elî bang li hemû aliyên navdewletî, rêxistinên yasayî û mirovî, Hevpeymaniya Navdewletî û komîteyên pêwendîdar ên Netewên Yekgirtî dike, ta ku hûrgiliyên tawana kuştina kurê wan di bin eşkenceyê de werin aşkerekirin.

Malbata Emîn Îsa Elî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzeke Asayişê roja 22/5/2021 Emîn Îsa Elî weke şahidê li ser dozekê ji mala wî ya li Hesekê birin, lê me termê wî roja 28/6/2021 wergirt û şûna eşkenceyên hovane li ser gewdê wî hebûn.”

Malbatê di daxuyaniyê de hûrgiliyên eşkenceya li Emîn Îsa hatine kirin diyar kirin û ragihand, ev tawan di nava raya giştî û civaka nevdewletî de deng veda û rastî şermezarkirinê hat û hat xwastin ku tawankar bêne naskirin û dadgehkirin, lê piştî derbasbûna demeke dirêj, ti encam ji aliyê serkirdatiya HSDê ve nehatin aşkerekirin.

Malbatê diyar kir, wan helwesta xwe berê ji raya giştî re ragihandiye ku ew amade ne careke din gora Emîn li pêş dezgehên ragihandinê, xelkê û kesên pispor vekin û pişknîn li ser termê wî bê kirin.

Herwiha Malbata Emîn Îsa Elî bang li hemû aliyên navdewletî, rêxistinên yasayî û mirovî, Hevpeymaniya Navdewletî û komîteyên pêwendîdar ên Netewên Yekgirtî kir ku li aliyên wan rawestin û fişarê bikin ta ku lêkolîneke dadwerane were kirin û hûrgiliyên tawana kuştina kurê wan werin aşkerekirin.

Herwiha malbatê daxwaz ji serkirdatiya HSDê kir, daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re belav bike û tê de berpirsatiya xwe di ber kuştina Emîn Îsa di bin eşkenceyê de rabigihîne, lêborînê ji malbata Emîn û raya giştî li ser vê tawanê bixwaze û kesên tawankar jî bide dadgeheke aşkere ta ku cezayên xwe yên dadwerane bibin.

Kuştina Emîn Îsa Elî li ser astê navxwe û navdewletî rastî karvedaneke mezin hatibû û gelek kes û aliyan, ji nava wan jî PDK-S, ENKS, Dijeterora Herêma Kurdistanê, Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ev tawan şermezar kirin û daxwaza aşkerekirina hûrgiliyên kuştina wî kirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn