Macron: Min biryar da ku Fransa Dewleta Filistînê nas bike

.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, “Min biryar da ku Fransa Dewleta Filistînê nas bike.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, wî biryar daye ku Fransa Dewleta Filistînê nas bike û ew dê vê yekê meha Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî ragihîne.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û anî ziman:

“Li ser bingeha pêbendbûna xwe ya dîrokî ya ji bo aştiyeke dadwer û mayînde li Rojhilata Navîn, min biryar da ku Fransa Dewleta Filistînê nas bike.

Ez dê vê yekê meha Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî ragihînim.

Ya bilez a îro rawestandina şerê li Xezeyê û rizgarkirina xelkê sivîl e.

Aştî pêkan e.

Divê demildest agirbestek çêbibe, hemû rehîne werin berdan û alîkariyeke mirovî ya berfireh bigihêje xelkê Xezeyê.

Her wiha divê bêçekkirina Hemasê û ewlehî û avakirina Xezeyê werin garantîkirin. Di dawiyê de, divê Dewleta Filistînê were avakirin, jiyîna wê were misogerkirin û bi qebûlkirina bêçekbûnê û naskirina tam a Îsraîlê, beşdarî ewlehiya hemûyan li Rojhilata Navîn bibe.

Alternatîfeke din nîne.

Fransî li Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin. Erkê me Fransiyan e ku em li gel Îsraîlî, Filistînî, hevkarên xwe yên Ewropî û navneteweyî nîşan bidin ku ev yek pêkan e.

Li ser bingeha sozên ku Serokê Desthilata Filistînê dane min, min biryardariya xwe ya ji bo bipêşveçûnê jê re nivîsî.

Bawerî, zelalî û pabendbûn.

Em dê aştiyê bi dest bixin.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist