Macron li ser êrîşa Parîsê: Kurdên Fransayê bûne armanca êrîşeke tirsonek

.

 Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ragihand, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”

Roja Înê li navenda Parîsê mêrekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku canê xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser Twitterê got, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek. Hevsozî û hevxemî ji bo qurbaniyan, kesên ku li ber xwedidin da ku di jiyanê de bimînin û ji bo malbat û kesûkarên wan. Spasî û pêzanîn bo hêzên me yên ewlehiyê ji bo azayî û xweragiriya wan.”

Cîgirê Şaredarê Parîsê Emmanuel Gregoire di Twitterê de got, “Êrîşek bi çek hatiye kirin. Spas ji hêzên ewlehiyê re ji bo bersivdana wan a bilez.”

Şahidê bûyerê nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser êrîşê got, “Êrîş 5 xulekan dewam kiriye, 8 kes birîndar bibûm lê 3 ji wan şehîd ketin ku hemû jî Kurd in.”

Îbrahîm Seydo Aydogan li ser nasnameya kesên ku canê xwe ji dest dane anî ziman, “Kesên ku canê xwe ji dest dane, çalakvanên doza Kurdî ne û hunermend in, kesên sivîl ên civaka Kurdî ne. Em navên 2 kesan bi teqezî dizanin ku yek ji wan navê wê Evîn e, yek jî hunermend Mîr Perwer e. Hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne. Li ser birîndaran zanyariyeke zelal nîne lê bi qasî ku polîsên Fransî dan zanîn, rewşa wan ne pir xirab e ku her 3 jî mêr in. Kesên ku canê xwe ji dest dane 1 jin e û 2 zilam in.”

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin