Macron: Bi hezaran Êzidî nikarin vegerin Şingalê

.

Serokomarê Fransayê li Dêra Sa'e ya li Mûsilê derbarê rewşa Êzidiyan û Şingalê de ragihand, bi hezaran Êzidî hene li Mûsilê ku koçber bûne û nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku heta niha aramî cêgir nebûye. Herwiha niha ji aliyê Tirkiyê ve jî êriş bo ser tên kirin û rê nadin ew aramî cêgir bibe.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îro li Mûsilê serdana cihên ayînî kir ku yek ji wan Dêra Sa`e bû û li wê dêrê li gel hejmareke kesayetên ayînî yên Krîstiyan axivî û amaje bi wê da, “Em li gel Hikûmeta Iraqê li ser projeyên aborî kar dikin, bo ku bikarin projeyan pêş bixin û hevbeşiyeke me ya baş bi hev re hebe. Herwiha em dê berdewam bin li ser karkirina li gel desthilatê bo ku xelk vegere navçeyên xwe.”

Macron amaje bi rewşa Kurdên Êzidî û Şingalê kir û tekez kir, bi hezaran Êzidî hene li Mûsilê ku koçber bûne û nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku heta niha aramî cêgir nebûye. “Herwiha niha ji aliyê Tirkiyê ve jî êriş bo ser tên kirin û rê nadin ew aramî cêgir bibe.”

Emmanuel Macron piştî Dêra Sa`e, serdana Mizgefta Nûrî jî kir û jibilî wê dê serdana firokexane û zanîngeha Mûsilê bike û li gel kesayet û nûnerên ayînî yên herêmê bicive.

Emmanuel Macron di konferaneke rojnamevaniyê de duh êvarî diyar kiribû, “Diçim Hewlêrê û serdana hêzên me dikim û paşê jî serdana Mûsilê dikim ku hê jî şûna penceyên DAIŞê pê ve maye. Ez dê li wir nûnerên Krîstiyanan bibînim û pabendbûna me bi nûjenkirina hejmareke navçeyan radigihînim. Ez dê li gel nûnerên Sunne, desthilatdarên Kurd û şerkerên Kurd bicivim û piştgiriya xwe û Fransa bo dûpat bikim, wek çawa me piştgiriya bo Êzidiyan dûpat kir.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn