Maçeke Amedsporê cara yekem e dê li ser TRT Kurdiyê were weşandin

.

Tîmên futbolê yên Amedspor û Umraniyesporê dê werin pêşberî hev û cara yekem e dê maçeke Amedsporê li ser kanala TRT Kurdiyê bi zimanê Kurdî were weşandin.

Di hefteya 36an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de maça Amedspor û Umraniyesporê dê roja yekşemê saet 16:00an li Stadyuma Hekîmbaşiyê ya li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê were lîstin.

Lîstik dê rasterast ji aliyê TRT Kurdiyê ve bi zimanê Kurdî were weşandin ku dê ev cara yekem be.

Heta niha lîstikên Amedsporê di TRT Kurdiyê de nehatine weşandin û ev yek bûbû mijara nîqaşê.

Amedspor ku piraniya lîstikvanên wê Kurd in gelek caran li parêzgehên Tirkiyeyê rastî êrişên nijadperest hatiye.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê