M. Feyyaz Ekmenî, xebatên xwe îro jî domandin

Namzetê Serbixwe yê şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmenî, xebatên xwe yên hilbijartinê îro jî domand û ji gelek derûdoran piştgirî wergirtin.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro 24ê Adarê, digel Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M.Feyyaz Ekmen, Cîgirê Serokê giştî yê PAKê Kasim Ergun û Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir bi şandekê re li AVMya Batmanparkê çûne zîyareta esnafan û belavokên xwe li esnaf û mişterîyan belav kirin. Batmanîyan alaqaya ke germ nîşan dan.
Dîsa li Batmanê welatperwerê Midyadî Ata ŞAHÎN hate ofîsa hilbijartinê ziyaret kir û bi alîkarîya wî ,Tifaqa Welatperwer û Demokrat, bi Estilî û Midyadîyên Batmanê re tekilîyên xurt danîn. Tifaq ji xebatên xwe yên îroyîn encamên baş standin.

Di heman demê de êvarê jî, namzetê serbixwe bi heyetekê, hejmarek qahwexaneyên û çayxaneyên sereke zîyaret kir. Di qahwexaneyan de li ser proje û sîyaseta Tifaqê xeberdan kir. Li qahvexaneyan, runiştvanan dev ji lîstikên xwe berdan, bi pirs û bersivan xwestin armanc û siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat nasMbikin .Hinekan xwestin bi hev re fotoyan bikşînin û pişgirîya xwe nîşan dan. Serkeftin ji namzetê serbixwe M.Feyyaz EKMENî re xwestin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist