M. Feyyaz Ekmenî, îro Batman hejand

Îro 23ê Adarê Namzetê Serbixwe yê Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, digel komîsyona hilbijartinê li gelek cihên cuda cuda deng veda û rastî elaqeyeke mezin hat.

Îro Tifaqa Welatperwer û Demokrat, bi xebata xwe ya hilbijartinê Batman hejand.


Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro 23yê Adarê, digel Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M.Feyyaz Ekmenî, Cîgirê serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Serokê PAK Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr bi şandekê ra, li caddeya Bankalarê, Caddeya 1emîn û Caddeya Balikçılarê, çûn zîyareta esnafan û belavok belav kirin.

Herwiha, li ber Parka Ataturkê stand danîn. Bi stranên kurdî, bi propagandaya zindî bi kurdî xebatên xwe dom kirin.

Batmanîyan elaqayaka germ nîşan dan. Bi taybet Cîgirê Serokê Giştî Kasim Ergun, bi axaftina xwe ya Kurdîstanî û bi kurdî Batman hejand û tesîreke erênî li derdora kesên nêzî standê kir.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist