M. Feyyaz Ekmen, îro jî li nav xelkê Batmanê bû

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen îro jî xebata xwe ya hilbijartinê, li gelek cihên curbecur ên Batmanê domandin.

Çalakîyên namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Feyyaz Ekmen, di 29ê Adarê de li Batmanê li gelek ciyan pêk hat.


Bi ekîba Batmanê ya kar û barê xebata hilbijartinê ya herêmî û bi beşdariya endamê rêvebiriya PAKê Vahit Aba û Seyda Alpşen îro bi girseyî li AVM ya Worldmarê belavok belav kirin.

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Feyyaz Ekmen xwe bi esnafan da naskirin û bi rûniştvanê Batmanê re rûbirû sohbet kir.

Dûre li cadeya Diyarbekirê, di bin baranê de ekîbê, belavok belav kirin û piştgirî xwestin. Li bazara taxa Mobil de jî  namzetê serbixwe Feyyaz Ekmen xwe da naskirin u ji wan daxwaza piştgirîyê kir. Xelkê bazarê bi coşeke mezin pêşwaziya ekîbê kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist