Lîstika ‘Sera Pîrê’ ya Şaneşîn Performansê wê li Amedê li pêşberî temaşevanan be

.

Lîstika Şaneşîn Performansê, Sera Pîrê dê li Amedê li Şanoya Bajar a Amedê li pêşberî temaşevanên xwe be.

Koma Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê Sera Pîra li pêşberî temaşevanên xwe be.

Lîstik ji Alfonso Paso hatîye wergêran û adaptekirin ku wergêra wê ji alîyê Ümit Aktaş ve hatîye kirin.

Lîstik 2yê Mijdarê, li Amedê li salona Şanoya Bajar a Amedê, saet 19:30an dê li pêşberî temaşevanên xwe be. Maweyê lîstikê saetek e.

Ji bo bilêtan bitikîne.

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.

Derbarê Lîstikê dê

Li nexweşxaneyê, jinek û mêrek li hêvîya dora xwe ya muayeneyê ne, dema ku li beda dora xwe ya muayeneyê ne piştî sohbet û nêzîkatîya wan dilê wan dikeve hev. Bi vî awayî bûyer li se bûyerê tê heta roja daweta her duyan. Qîza jinikê û lawê mêrikî ewil li dijî zewaca her duyan derdikevin lê paşî, piştî demekî êdî tiştek ji destê wan jî nayê û nikarin xwe li hemberî wan û zewacan wan bigirin.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand