Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo DTSO’yê derket ser dikê

.

Şanoya Bajêr a Amedê ji bo Meclîsa DTSO’yê û Meclîsa Jinan a DTSO’yê lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” da nîşandan.

Koma Şanoya Bajêr a Amedê bi organîzsyonek taybet şevê din derket ser dikê û lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” lîst. Komê lîstikê ji bo Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Meclîsa Jinan a DTSO’yê da pêşandan. Endamên Meclîsa DTSO’yê û endamên Meclîs Jinan li eywana şanoyê amade bûn û li lîstikê temaşe kirin. Li Eywana Şanoyê di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19 de rêgezên maske, mesafe û hîjyen jî pêk hatin. Lîstikvanên nêzî 90 deqîqeyî  hunera xwe nîşan dan, têra dilê xwe temaşevanan kenandin û kêfxweş kirin. Piştî ku lîstik bi dawî bû Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya derket ser dikê û lîstikvan pîroz kir û baqek kulîlk da lîstikvanan.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin