Liqa PDKê li Mûsilê: Heşda Şeibî bi zorê dîn û mezhebên xelkê dide guhertin!

Liqa PDKê li Mûsilê ragihand, Heşda Şeibî û sazî û dezgehên girêdayî wê dixwazin bi darê zorê mezheb û ayîna xelkê deşta Neynewa bidin guhertin!

Navenda Nûçeyan - Liqa PDKê li Mûsilê di daxuyanîyekê de ragihandîye, sazîya bi navê “Komeleya Demokratîk ya Şebek”, ku girêdayî Heşda Şeibî ye, PDK bi wê yekê tohmetbar kirîye ku dixwaze bi alîkarîya Amerîka, Heşda Şeibî ji deşta Neynewa derxîne.

Di daxuyanîya liqa PDKê de hatîye gotin, xelkê wê deverê hemû şahid in ku ji roja ku Heşda Şeibî derbasî wir bûye, ji bilî dizî, rêgirî, çetetî û mezhebgerîyê tiştekî din nakin. Ew dixwazin dîn û mezhebên xelkê wir bi zorê bidin guhertin!

Wê liqa PDKê hişyarî daye Heşda Şeibî û ragihandîye, divê ew bizanibin ku her çi bikin gunehê wê di stûyê wan de ye û ew li hember karên xwe berpirsîyar in ne PDK.

Çend roj berê bi sedan şênîyên deşta Neynewa, êzîdî û ereb û turkmen û mesîhî, li dijî hebûna Heşda Şeibî li deşta Neynewayê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin Heşda Şeibî ji wir bê derxistin.

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'