Lijneyek bo dîyar kirina desthilatên encûmena bilind a sîyasî ya YNKê pêkhat

Encûmena bilind a sîyasî û berjewendîyên YNKê, lijnyek bo dîyar kirina desthilatên xwe pêkanî.

Navenda Nûçeyan- Îro 16.01.2020ê encûmena bilind a sîyasî ya YNKê bi serpereştîya serokê encûmena bilind a sîyasî Kosret Resûl Elî ve li binkeyê encûmenê yê li Silêmanîyê civîya.

Di civînê de guftûgo kirina biryarên civîna berê ya encûmena rêveberîya YNKê, projeyek ji alîyê Kosret Resûl ve derbarê desthilatên encûman bilind a sîyasî û berjewendîyên YNKKê li nav peyrewa navxwe ya YNKê behsa wê hatîye kirin.

Di heman civînê de lijneyek ji Mela Bextîyar, Hakim Qadir û Dilêr Seyîd Mecîd hatîye pêkanîn bo amade kirina proje û guftûgo kirin li gel encûmena giştî ya rêveberîya YNKê bo dîyar kirina desthilatên encûmenê.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist