Lijneya Pêşmerge jî raporta li ser projeyasya çaksazîyê temam kir

Lijneya Pêşmerge û navxwe û asayîş û encûmena xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê raporta xwe li ser projeyasaya çaksazîyê temam kir û raport radestî desteya serokatîya parlamentoyê kir.

Navenda Nûçeyan- Lijneya Pêşmerge û navxwe û asayîş û encûmena xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê raporta xwe li ser projeyasaya çaksazîyê temam kir û raport radestî desteya serokatîya parlamentoyê kir.

Li gor zanyarîyên BasNewsê lijne piştgirîya projeyasaya çaksazîyê û xalên taybet bi lijneya wan kirîye û pêşneyarên nav projeyê de di cîh de nirxandîye.

Li gor projeyasaya çaksazîyê hemû hêzên Pêşmerge li hemû yekeyên jimêryarî dê bên komkirin.

Yekeyekî din a wan xalan waha ye, ku pêdeçûnê li hemû malnişînên payebilind ên hêzên Pêşmerge bike û ew kesên bi neyasayî hatine malnişîn kirin, pêdeçûn li ser wan bê kirin û bê rêkxistin.

Raport ji alîyê hemû endamên lijneyê ve hatîye pejirandin û ji bo desteya serokatîya Parlamentoya Kurdistanê hatîye rêkirin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist