Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 hat pêkanîn

.

Wezîrê Dadê yê Iraqê, pêkanîna Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûra Iraqê ragihand, ku ji sala 2014an ve karên wê lijneyê hatibûn rawestandin. 

 Wezîrê Dadê yê Iraqê, pêkanîna Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûra Iraqê ragihand, ku ji sala 2014an ve karên wê lijneyê hatibûn rawestandin.

Îro Duşemê 28ê Mijdara 2022yan, Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî di konferanseke rojnamevanî de, pêkanîna Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 ragihand, ku di bernameya pesendkirî ya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de jê re dema mehekê hatibû diyarkirin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê destnîşan kir, tunebûna vê lijneyê, sedema dirustibûna valahiyeke mezin bû ji bo erebkirina Kerkûkê û deverên din ên veqetiyayî, bi pêkanîna lijneyê careke din cîbicîkirina maddeya 140 dikeve ser rêya karên xwe.

Derbarê destbikarkirina Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Maddeya 140 a Destûrê de, Wezîrê Dadê yê Iraqê eşkere kir, di nava 10 rojan de ew lijne dest bi kar dike û budceya xwe ya pêşbînîkirî pêşkêşî Encûmena Wezîran a Iraqê dike, da ku di budceya giştî ya sala 2023yan a federalî de pereyên pêwîst ji bo wê were terxankirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye