Lîderê Turkmen Îrfan Kerkûkî: Hukumeta Kurdistanê mafên pêkhateyan diparêze

.

Serokê Partiya Gel ya Turkmenan Îrfan Kerkûkî li ser biryara dadgeha federal ya Iraqê got ku rakirina kotayên an ku jimara parlementerên pêkhateyên Kurdistanê li dijî destûra Iraqê ye û biryara dagehê wê bandora neyînî li ser pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê bike.

Kerkûkî got ku hukumeta Herêma Kurdistanê parastina mafên pêkhateyên Kurdistanê dike, destûra Iraqê ji bo pêkhateyan îznê dide ku tevlî dezge û saziyên dewletê bibin, biryara dawiyê ya dadgehê derbekiye li pêvajoya demokrasiyê xistiye û weha dewam kir:

“Dadgeha Federal qaîdeyên demokrasiyê û mafên mirovan îhlal kiriye. Li her derê dinyayê mafê pêkhateyan di bin garantiyê de ye. Em weka pêkhateyan me daxwuyaniyekî da û me bangî temamê konsulxaneyan û rêxistinên navdewletî kir da mafên me biparêzin û em biryara dadgeha federal red dikin.”

Îrfan Kerkûkî got ku temamê dezge, rêvebir û hukumeta Herêma Kurdistanê destekê didin mafên pêkhateyên Kurdistanê û ji biryara dadgeha federal endîşe dikin.

Li gor qanûna hilbijartinê ya Parlementoya Kurdistanê, xala 36an; 5 parlementer ji bo Keldanî, Asûrî û Suryaniya ne. Kursiyekî ji bo Ermeniya ye û 5 kursî ji bo Turkmena ye. Dadgeha federal di 21ê Sibatê de her 11 kursiyan betal kiribû.

K24
 

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand