Li Zaxoyê îro Rêveberîya Pasportê tê vekirin

Îro li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêveberîya Pasportê li vê qezayê hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed duh êvarê serdana parêzgeha Duhokê kir û li gel berpirsên wê parêzgehê civîya.

Rêber Ehmed îro Sêşemê serê sibehê jî serdana Rêveberîya Giştî ya Rûbirûbûna Tundûtîjîya Dijî Jinan li Duhokê kir û bi rayedar û stafa vê rêveberîyê re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Rêber Ehmed di bersiva pirsyara Rûdawê de ya derbarê zêdekirina desthilatên parêzgeh û yekeyên îdarî yên din de got, ne tenê li Wezareta Navxwe lê belê li ser asta Hikûmeta Herêma Kurdistanê planeke nû bo zêdekirina desthilatên yekeyên îdarî û veguhastina desthilatan ji navendê bo parêzgeh û qezayan heye.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha di berdewamîya serdanên xwe yên îro de, Serdana Rêveberîya Polîsê Trafîkê ya Duhokê jî dike û piştre dê serdana qezaya Zaxoyê bike.

Biryar e Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê îro beşdarîyê di merasîma vekirina Rêveberîya Paseportê li Zaxoyê de bike.

Rêber Ehmed duh Duşemê di konferanseke rojnamevanî de li Duhokê amaje bi armanca serdana xwe bo vê parêzgehê da û ragihand, ew dê hewl bidin di demekê nêzîkî de xizmetgûzarîyên hatinûçûnê jî li Zaxo vekin, daku welatîyên Zaxo ji bo encamdana karûbarên otomobîlên xwe neçar nebin biçin bajarê Duhokê.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha got, di demeke nêzîk de dê ofîsa Rêveberîya Paseportê li navçeya Akrê jî bê vekirin.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê