Li zankoya Soran xwandin bi awayê online destpê dike

Beşa yekem a kampûsa elektronî ya xizmetên zankoya Soranê, du heftîyên pêş de dê bikeve kar bo ku bi awayê online xwendinê destpê bike.

Navenda Nûçeyan - Serokê zankoya Soranê Dr. Muslih Mistefa ji BasNewsê re ragehand, li gel hewkarên xwe me qonaxên dawîyê yên elektronîk kirina zankoya me gotûbêj kir. Herçend sala 2013ê de me destpê kirîye jî, lê ji ber krîza darayî me nekarî zûtir temam bikin. Naha bi keyfxweşî ve em radigehînin ku beşek ji xizmetên kampûsa elektronîk a zankoya Soran bo mamostayan û xwandevanan û fermanberan dê bikeve kar, ku dê alîkareke mezin be bo ku bi awayekî hemdemî proseya xwandinê li zankoyê birêve biçe. Bi taybet bo rewşa wek a naha û belavbûna vîrusa korona û xweparastina mamosta, fermanber û xwandevanan giringe.

Asankarîyekî taybete bo berdewamîya proseya xwandinê. Eger rewşa awarte dirêj bibe û xweparastin û mana li mal berdewam be jî dê waha proseya xwandinê her berdewam be.’’

Herwaha got: ‘’Ragirê fakulteyên zankoya me hatin erkdar kirin ku demekî herî kurt de amadekarîyên pêwîst bo bicîhanînê bikin. Wek ‘’Beşa yekem a kampûsa elektronîk bi xizmetên xwe ve du heftîyên pêş de dê bikeve kar bo ji destpêka meha Nîsanê ve bi awayê online xwandinê destpê bike. Temam kirina proseyê peyvendîya online di navbera xwandekar û mamostayan de bi rêya aplîkasyona berdest ve nav kampûsa elektronîk a zankoyê ve dê ji sala nû ya xwandinê re piranî beşên fakûlte û beş û qonaxên din de bên bicîhanîn.’’

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be