Li zankoya Duhokê projeya dokument kirina qewl û beytên ola êzdîyan tê bicîh anîn

Li zankoya Duhokê projeyek bo kom kirin û dokument kirina hemû qewl û beytên ola êzdîyan heye û serokê zankoyê jî piştevanîya xwe bo bicîhanîna projê ragehand.

Navenda Nûçeyan- Xwedîyê projeyê Dawud Murad Xetarî ji BasNewsê re ragehand, bi alîkarî û piştevanîya serokê zankoya Duhokê Dr. Muslih ve me dest bi projeya xwe kirîye. Dê hemû beyt û qewl û nivîsên ola êzdîyan bên kom kirin. Berî naha me daxwaz kir her kesekî tiştekî girêdayî êzdîyan li gel hembe radestî me bike û wek alîkarî û piştevanîyek dibe bo projeyê. Hemû nivîsên olî dema em kombikin, emê nîşanî oldarên êzdîyan û civata ruhanî bidin, ku bikarin baştir xizmeta gel bikin.’’

Herwaha got, ev proje bi alîkarîya navenda Beşîkçî li zankoya Duhokê ve tê encamdan. Em li bendê ne di heyama salekî de vê projeyê bi dawî bikin. Em li gel hemû zilamên olî û lêkolîner û çalakvan û rewşenbîran dê kar bikin, ku ev proje bi serkeftî bê encamdan.

Basnews

 

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin