Li Xelfetiyê 8 kesên din hatin desteserkirin

.

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê 8 kesên din hatin desteserkirin û hejmara desteserkiriyan gihişt 16an.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Gelê Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan protestoyan li dar dixe û vê biryarê şermezar dike.

Polîs jî li gelek deveran êrişî xelkê dikin û gelek kesan bi lêdanê desteser dikin.

Li Xelfetiyê jî gelek protesto hene û doh 8 kes hatibûn desteserkirin.

Li Xelfetiyê îro jî 8 kes bi hinceta ku beşdarî protestoyan bûne hatin destserkirin.

Kar û barên wan 16 kesan ên li Gerînendehiya Ewlehiyê berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da
Îran bi awayekî nerasterast ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza dan û standinê dike
Peyama Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê bi boneya avakirina hevpeymaniya partiyên Kurdistana Îranê
Rêzdar Mistefa Hicrî, bi hilkefta 8 Mars, peyamek belav kir
Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da