Li Wêjegeh Amedê wê “Kargeha Çîrokan” pêk were

.

Di encama Kargeha Çîrokan a li Derve de wê beşdar çîrokeke tematîk binivîsin. Kargeh wê 6 hefteyan dewam bike.

Li Wêjegeh Amedê wê Kargeha Çîrokan pêk were. Kargeh wê bi navê "Kargeha Çîrokan a li Derve" û di 23yê Kanûna Paşiyê de destpê bike. Nivîskar Sîdar Jîr wê kargehê birêve bibe û 

Xebata kargehê wê her roja yekşemê piştî nîvro di navbera saet 14:00-16:00an de bê kirin. Bi giştî, dema çalakîya kargehê 6 hefteyan e û pênç çalakîyên pêşî wê li hêwana çalakîyê ya Wêjegeh Amedê û yek jê jî wê bi awayekî online bê kirin. 

Di kargehê de ligel teknîk û pratîkên çîroknivîsînê, wê mînakan li ser serborî û dîroka modern ya çîroknivîsînê jî were dayîn. Her weha wê behsa pêwendiyên wê yên bi cûreyên din ên wêjeyê re bê kirin.  

Wê ji beşdaran were xwestin ku di di kargehê de çîrokeke tematîk binivîsin. Hejmara beşdaran bi 25 kesan hatiye sînordarkirin. 

Hûn dikarin bi tijekirina vê forma serîlêdanê beşdarî kargehê bibin. 

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye