Li Wanê tenê li gundekî 101 kes bi koronayê ketine

Li gundeke parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ku berîya niha hatibû karantînekirin, hejmara kesên ku bi Koronayê ketine, gihîşte 101 kesan. Li tevahîya parêzgeha Wanê jî heta niha 390 kes bi vîrusê ketine.

Navenda Nûçeyan - Parêzgarîya Wanê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û da zanîn, ku hejmara tûşbûyên vîrusa COVID-19 li gundê Sîyavanê (Ortanca) yê li bajarokê Rîya Hermûşê (Ipekyolu) bo 101 kesan bilind bûye.

Parêzgarîyê herwiha dîyar kirîye, gundê Sîyavanê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê berî niha 7 rojan hatibû karantînekirin.

Di daxuyanîyê de amaje bi wê yekê hatîye kirin, kesên ku li wî gundî bi koronayê ketine, beşdarî di merasimeke tazîyê de kiribûn ku pêştir vîrusa koronayê li wî gundî hatibû piştrastkirin.

Li gor daxuyanîya Parêzgerîya Wanê heta niha li seranserî parêzgreha Wanê 390 kes bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 ketine û 8 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha parêzgarîyê hejmara tûşbûyan li qezayên Wanê jî aşkere kirîye û dîyar kirîye, ku li qezaya Rîya Hermûş 93 kes, li qezaya Tûşpayê 10 kes, li Qelqelîyê 2 kes, li qezaya Payîzava jî 3 kes bi vê vîrusê ketine.

Li gor Parêzgarîya Wanê, rewşa 3 kes ji nexweşên koronayê yên li vî bajarî dijwar e û di jêr çavêdrîya hûr a pizîşkan de ne.

Her li Wanê heta niha 217 kes ji pêketîyên koronayê baş bûne û ji nexweşxaneyan bo malên wan hatine birêkirin.

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya