Li Wanê qedexeya çalakîyan bû 1145 roj!

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakîyan bo dema 15 rojên din hate dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyanîyeke Parêzgarîya Wanê, ji ber “sedemên ewlekarîyê” li sînorê wê parêzgehê, hemû coreyên çalakîyan heya 15 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, hemû coreyên çalakîyên wek xwepêşandan, meş, daxuyanîyên rojnamevanî, vegirtina konan û kombûn, ji bo dema 15 rojan têne qedexekirin.

Parêzgarîya Wanê îdia kirîye, ku ew biryar ji bo “parastina asayişa giştî” û “rêgirtin li belavbûna bûyerên tundûtûjîyê” hatîye dayîn.

Bi gorina Parêzgeha Wanê, ji îro Çarşemê ve ew biryar dikeve warê cîbicîkirinê, û heya 8ê meha 1 a sala 2020an, ew qedexe dê berdewam be.

Ji sala 2016an ve bê navber li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakîyan tê dirêjkirin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir