Li Wanê meşa 'Wan nikare bifire' hat kirin

.

Bi pêşengiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê ji bo zêdekirina geştên balafirgeha Wanê meşeke bi navê“Wan nikare bifire” hat kirin.

Li parêzgeha Wanê li ber avahiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê hejmarek nûnerên saziyên bazirganî û sivîl û welatî civiyan û ji wê derê ber bi Qada Bajêr ve meşiyan.

Di meşê de pankartên wekî “Wan nikare bifire”, “Em nikarin biçin ser miriyên xwe” û “Aborî û geştyarî bi çûnûhatinê bipêş dikeve” hatin rakirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva derbarê mijarê de daxûyaniyek da.

Necdet Takva amaje bi wê yekê da ku nifûsa parêzgeha Wanê zêdeyî 1 milyonû 120 hezar kesî ye û xizmeta geştên asmanî têr nake.

Takva wiha pê de çû,"Ligel daxwaz heye hejmara geştên asmanî di navbera 10 û 12an de dimîne û ev hejmar têr nake.

Kêmbûna hejmara geştan bandoreke neyînî li sektora geştyariyê jî dike.

Kompanyayên geştyariyê li bajarê Wanê rêwiyên grûpan arasteyî balafirgehên din dikin an jî neçar dimînin geştên xwe betal bikin.

Kesên şîna wan hebe an jî nexweşên wan hebin jî rastî zehmetiyan dibin.”

Pirsgirêka kêmbûna geştên asmanî yên parêzgeha Wanê demeke dirêj e di rojevê de ye lê heta niha ti çareseriyek nehatiye dîtin.

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in