Li Wanê li dijî karkeran êriş pêk hat: 2 karker hatin kuştin

Îşev 08.06.2020, li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê, êrişek li dijî servîsa karkerên çêkirina rê hat kirin û di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest dan û 8 karkerên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Parêzgarîya Wanê ragihand ku îro duşemê 8ê Hezîrana 2020an, li herêma Giresorê ya navçeya Şaxê, derdora saet 18.00ê êrişek li dijî servîsa karkerên çêkirina rê hat encamdan.

Li gor daxuyanîya ew êriş bi teqemenîyeke pêştir li ser rê hatibû vedan hatîye pêkanîn û di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest dan û 8 karker jî birîndar bûn.

Cenazeyê herdu kesên hatin kuştin û her 8 birîndaran bi helîkopteran, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê hatin veguhestin.

Piştî bûyerê li herêmê hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Parêzgarîya Wanê di daxuyanîya xwe de dibêje ku ew êriş ji alîyê PKKê ve hate encamdan, lê heta niha PKKê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist