Li Wanê karmendê qeyûm ji kar derxistî xwe kuşt

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê karmandê şaredarîyê Mesut Babat (42) ê ji alîyê qeyûm ve ji kar hatibû derxistin întixar kir.

Navenda Nûçeyan - Mesut Babat li Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê karmendê paqijîyê bû  û bavê 5 zarokan bû, di sala 2016an de ji alîyê qeyûm ve ji kar hat derxistin û piştre pirsgirêkên wî yên aborî çêbûn.

Di sala 2019an de şaredarîya HDPê dîsa ew ji bo kar wergirtibû, lê vê carê ji ber lêpirsîna ewlekarîyê ya Walîtîya Wanê ew ji kar hat derxistin.

Mesut Babatê 42 salî li kolana 17an a Yenî Mahalleyê li malê xwe kuşt.

Bi gotina kesên nêzîkî Babat piştî ji kar hatibû derxist pirsgirêkên wî yên aborî çêbûne û demeke dirêj li kar digerîya lê ji ber ku kar nedidît, nikaribû debara malbata xwe bike.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin