Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû

.

 Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde li çend gundan lehî rabû û mal û dikanên xelkê di bin avê de man.

Li gor agahiyan doh 24ê Îlona 2021ê di demjimêrên êvarê de baranê destpê kir û heta serê sibeha 25ê Îlonê jî berdewam bû. Ev jî bû sedem ku li gundên Seyrantepe, Altintepe û Abdurahman Gazî yên ser bi navçeya Tûşbayê gelek mal û dikan di bin avê de bimînin û zerara maddî çêbibe.

Piştî bûyerê hejmarek parlamenter, hevserok û hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana xelkê kirin û derbarê rewşê de zanyarî wergirtin. Parlamentera Wanê ya HDPê Muazzez Orhan diyar kir ku heta niha ne tîmên şaredariyê û ne jî hêzên Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) nehatine cihê lehiyê û got “Agahiya şaredariyê ji lehiyê jî nîne. Gelê me bo alîkariyê serdana şaredariyê kirine lê ti encam wernegirtine. Zerareke zêde gehiştiye malên wan û hewl didin bi xwe birînên xwe bipêçin.”

Li Bakurê Kurdistanê berî niha jî li gelek bajaran karesat bûyerên wiha çêbûbûn û şaredariyên ku hene li gelek cihan alîkarî nedabûn û li gelek cihan jî sozên alîkariyê hatibûn dayîn lê nehatibûn cîbicîhkirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn