Li Wanê gundek û 2 mezra hatin kerentînekirin

Li navçeya Elbakê ya Wanê gundê Esenyamaç û li navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber vîrusa Koronayê hatin kerentînekirin.

Navenda Nûçeyan - Li Wanê gundek û 2 mezra ji ber vîrusê hatin kerentînekirin.

Li gor zanyarîyan, li qezaya Elbakê ya Wanê Gundê Esenyamaç û li navçeya Şaxê ya Wanê mezrayên Çemik û Tellîkaya ji ber belavbûna vîrusa Koronayê hatin kerentînekirin.

Hatîye ragihandin, welatîyê ku ji Stenolê hatibû gundê Esenyamaçê yê Elbaka Wanê ji ber rewşa wî ya tendirustîyê rakirin nexweşxaneyê û testa Koronayê jê hatîye wergirtin. Piştî pişkinînê derketîye holê ku ew kes bi vîrusa COVID-19 ketîye û li nexweşxaneyê hatîye razandin.

Piştî tûşbûna wî kesî, gundê Esenyamaç hat kerentînekirin.

Herwiha li navçeya Şaxê ya Wanê haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê hatîye tomarkirin. Ji ber vê yekê jî mezrayên Çemîk û Tellikaya yê girêdayî gundê Alacayerê hatin kerentînekirin.

Gundê Xanê yê qezaya Ebaka Wanê jî 4 roj e ji ber vîrusa Koronayê di kerentîneyê de ye. Welatîyê ji Stenbolê hatibû Xanê di xwina wî de vîrus hat dîtin û ji 27ê Adarê ve heta niha ew gund di kerentîneyê de ye.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist