Li Wanê erdhej çê bû

Îro erdhejek bi hêza 4.7 pileyên Rîxterê navçeya Tuşpa ya ser bi parêzgeha Wanê ya li Bakurê Kurdistanê hejand.

Navenda Nûçeyan - Serokatîya Rêveberîya Rewşa Acil û Afatê ya Tirkîyê (AFAD) ragihand, ku erdhej di saet 08:44an de çê bûye.

Walîtîya Wanê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û dîyar kir, ku hêza erdhejê 4.7 pileyên Rîxterê bûye û navenda wê jî taxa Çolpan a Tuşpayê bûye.

Li gor daxuyanîya Walîtîyê, di erdhejê de ti zirar negihîşt ti kesî.

Roja 23ê Sibata îsla, erdhejek bi hêza 5.7 pileyên Rîxterê bajarokê Kela Xwê (Xoy) li parêzgeha Urmîye ya Rojhilatê Kurdistanê hejandibû ku bandor li navçeya Elbakê ya Wanê jî kiribû.

Di encama wê erdhejê de, li Elbakê 9 kesan jîyana xwe ji dest dabû û 37 kes birîndar bûbûn, herwiha zirareke mezin gihîştibû avahîyên hejmarek gundan.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist