Welatîyê di erdhejê de hewar dikir krîza dil derbas kir

Welatîyê di erdhejê de hewar dikir krîza dil derbas kir

Li Elbakê welatîyê bi navê Fetah Arslan ku li ber mala xwe hilweşîyabû hewar dikir, krîza dil derbas kir. Arslan anjîyo bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di erdheja pileya 5.9 ku navenda wê bajarê Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê bû û bandora xwe li ser navçeya Elbaka Wanê jî kir, li gundê Elbîsa Elbakê bû sedema zîyanên mezin. Welatîyê bi navê Fetah Arslan ji gundê Elbîsê ku li ber mala xwe hilweşîyabû hewar dikir, duh êvarê krîza dil derbas kir. Arslan anjîyo bû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Wanê tê dermankirin. 

 

Dîmenê vî welatîyî kêlîya hewar dikir û halê wî yê bêçare li ser medya civakî gelek hatibû parvekirin. 

MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin