Li Xarpêtê hejmara qurbanîyên erdhejê gihîşt 40 kesan

Li Xarpêtê hejmara qurbanîyên erdhejê gihîşt 40 kesan

Li gorî amarên Wezareta Tendirûstîyê ya Tirkîyê, hejmara kesên ku di erdheja Xerpêtê de canê xwe ji dest dane gihîştîye 39 kesan, lê derengîya şeva derbasbûyî termekî din jî ji bin kavilan hat derxistin û bi vî awayî hejmara qurbanîyan gihîşte 40 kesan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Tendirûstîyê yê Tirkîyê, Fahrettin Koca duh Yekşemê ragihand ku ji destpêka erdhejê ve termên 39 kesan ji bin kavilan hatine derxistin.

Lê belê di demjimêr 02:00ê Duşemîyê de, li taxa Sûrsûrû ya li navenda Xarpêtê termê jineke 50 salî ya bi navê Sevîm Cambaz jî ji bin kavilên apartmaneke 4 qatî hat dîtin û bi vî awayî hejmara qurbanîyên erdheja Xarpêtê gihîşte 40 kesan.

Li gorî zanyarîyan, niha 2 kesên di bin kavilan de mane û hewlên rizgarkirin, an jî derxistina termê wan kesan berdewam in.

Duh Yekşemîyê cenazeyên 7 kesên din ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dabûn, bi axê hatin spartin.

Şeva Înê 24ê Çile erdhejeke mezin bi hêza 6.8 pileyên Rîxterê herdu bajarên Xarpêt û Meletî yên li Bakurê Kurdistanê hejandin û bû sedema gelek zirarên canî û maddî.

Li gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hatibû kirin.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin