Li Wanê 43 bijîşkan dest ji kar kişand

.

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên giran û debara jiyanê hejmara pizîşkên dest ji kar ber didin sal bi sal zêde dibe û piraniya wan diçin derveyî Tirkiyê û li welatên cuda kar dikin. Rêveberê Tendirustiyê yê Wanê Mahmut Sunnecioglu jî dibêje, li Wanê 43 bzjşkan dest ji kar berdane.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di Adara 2020an de ji ber Coronayê îstîfakirina karmendên tenduristiyê yên hikûmî û sektora taybet qedexe kiribû. Qedexeya ku hatibû derxistin di 1ê Tirmehê de bi dawî bû.

Rêveberê Tendirustiyê yê Wanê Mahmut Sunnecioglu got, “Piştî rabûna qedexeyê li bajarê me 43 pizîşkan dest ji kar berdane. Hemû karmendên tendirustiyê di rewşa zehmet de bi dil û can xebitîn. Em spasiya hemûyan dikin. Me li şûna wan pizîşkan ji Wezareta Tendirustiyê bijîşkên nû xwestine.”

Hejmara bijîşkên ku ji bo li derveyî welêt û sektora taybet bixebitin ji saziyên hikumî îstifa dikin her sal zêde dibe. Di 2012ê de 59 pizîşk çûne derveyî welêt lê di 2019ê de hejmara pizîşkên çûne derveyî welêt gehiştiye 1047an.

Di dema Coronayê de 2412 pizîşkan ji bo îstîfakirinê serî li Wezareta Tendirustiyê dabûn, lê ji ber qedexe hebû serlêdanên wan nehatibûn qebûlkirin. Tê gotin hejmara bijîşkên ku piştî qedexeya 1 Tebaxê dest ji kar berdane hezar kes derbas kiriye.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn